Azadya Welat 3.6.2008
Kurdistan parçeyek ji dilê min e
Rojnamegerê alman Dr. Nickolaus Brauns der barê rewşa kurdan de nêrînên xwe bi rojnameyê re parve kir
YEKO ARDIL
Bi panzerên alman dan ser gel
Min li Kurdistanê bi sedhezaran re Newroz pîroz kir, min panzerên alman dîtin ku bazdidan ser gel, min neheqiya cehşan û dirûşmeyên şoreşgerî dîtin…niha êdi pêwendiya min a bi Kurdistanê re ne tenê siyasî ye, Kurdistan parçeyek ji dilê min e û ez jî xwe wek parçeyekî ji Kurdistanê hîs dikim. Dr. Brauns li paytexta Almanya Berlînê di piraniya çalakiyên kurdan de li pêş e, gelek caran leqayê destwerdan û êrîşa polisan jî tê û dest datînine ser kompîturên wî. Lê ew ji dewleta alman re ”Na” dibêje. Me bi D
r. Braunsê ku li dijî pergalekê bi wêrekî disekine re gotûbêjek pêk anî.
- Bi kurd û Kurdistanê re pêwendiya te ya yekem li ku û çawa çêbû?
Tekiliya min a yekem bi kurdan re di sala 1993’an de di xwepêşandaneke li dijî şer de min kurd nas kirin. Wan digot; ”em li dijî şer in” û ez jî li dijî şer bûm. Wan digot, ”Em li dijî Amerîka û Sedam in” û ez jî li dijî Amerîka û Sedam bûm. Ji wê rojê şûnde têkoşîna serxwebûna gelê kurd nas dikim. Di sala 1993’an de ez endamê rêxistineke marksîst a şoreşger bûm. W
ê demê rêxistina min got: ”Ev qedexeya ku ji PKK’ê re derket, dê ne tenê bi PKK’ê re sînorkirî bimîne. Ev dê ji tevahiya komên antî-faşîst re pêk bê, ji tevahiya tevgerên karkerî re dê derbasdar be. Me biryar da ku em li dijî vê biryara qedexeyê derkevin û em derketin. Ji wê rojê şûnde têkiliya min hîç ji doza kurdan nehate birîn. Niha jî ez di nav komîteya Kurdistanê de cih digirim. Ji bo min xala herî girîng jî ev e ku em û kurd em dikarin pir tiştan ji hev fêr bibin. Em komunîstên alman dikarin ji kurdan fêr bibin ku ka tevgera girseyî çawa tê rêxistinkirin û birêvebirin. Hevriyên me yên kurd jî dikarin ji me fêr bibin ku ka mirov çawa dikare daxuyaniyeke çapameniyê binivîse û çawa mirov dikare dîplomasiyê bike?
- Kurdistan di dilê te de cihekî efsanewî ye, tu heta niha çûyî warê kurdan?
Yekem car di sala 2001’î de çûm Kurdistanê bi delegasyona Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê YXK’ê re. Di yekem Newroza legal a nîvmilyonî de ez jî beşdar bûm. Li wir jî cara yekem pêrgî gelek tiştan hatim; dînamîzma gelê kurd, dirûşmeyên şoreşgerî, li wir min panzerên alman ên ku êrîş didan ser mirovan dîtin. Wisa jî min xebata li dij bendava Heskîfe jî kir û ji wê demê vir ve tim diçim û têm.
- Notên te yên bingehîn çi ne ji Kurdistanê?
Ez mîna çavdêr beşdarî hilbijartinan jî bûm. Neheqiyên ku li kurdan dibûn, me ew jî rapor kirin. Em bûn şahid ku çawa hîle dihat kirin, çawa cehşan zext li gel dikirin, me xwest van ragihinin raya giştî ya cîhanê.
Niha êdî têkiliyeke berfirehtir heye, ez
ji çiyayên kurdan hez dikim, ji mirovan, ji Mezopotamyayê hez dikim. Dîroka herêmê ji min re pir balkêş e. Niha pir hevalên min hene, li wir. Ji bo almanekî dîtina dergûşa mirovahiyê pir girîng e. Siyaset helbet girîng e, lê ez Kurdistanê mîna parçeyek ji dilê xwe û xwe jî parçeyek ji Kurdistanê hîs dikim.
Tevgera kurd tim şoreşger maye…
Nêrîna te ya li tevgera azadiya kurd çi ye, çi wekhevî û cihêrengî di navbera wê û tevgerên din ên pêşverû yên cîhanî de hene?
Tevgera azadiya neteweyî ya kurd ji tevge
rên din cîhane pir cihêrengtir e. Eger em tenê ji salên 90’an ve bigirin dest, qonaxa ku tevgera kurd hatiyê, pir girîng e. Li tevahiya dinê şoreş têk çûne, lê tevgera kurd her hewldaye ku wek şoreşger bimîne. Tevgera kurd teslîmî rastgiriyê nebû, teslîmî emperyalîzmê nebû. Bê ku ber bi rastgiriyê ve bişeme, di nav xwe de guherînên girîng jî kirin.Rexneya min a li ser tevgerê der barê aliyê wê yê sosyal de ye; ku karibûya doza çînên din wek karker û kedkaran jî di navenda têkoşîna neteweyî de bi kar bianiya dê baştir bûya. Rizgarî, lê ji kê re rizgarî? Li gorî min ev bi qasî rizgariya ji mêtîngeran, wisa jî rizgariya karker û gundiyan a ji feodalan e. Ev tevger ne ji bo rizgariya burjuwaziya neteweyî ye, ji bo gel e.
- Li gorî te kîjan çîn pêşengiya tevg
era kurd dike?Li gorî min piraniya endamên tevgerê karker, gundî, rêncber, ciwan û xizanên ji guhên bajaran in. Her ciqas wiha be jî, tevger, dixwaze pirsgirêkên çînî piştî şoreşê çareser bike. Tevger xwediyê planeke aboriyê nîn e. Tevger dixwaze careke
din li gundê xwe vegere, lê plana reforma axê nîn e, hal bi hal ev tevger di rastiyê de li dijî axayan e. Çima heta niha di nav kesên ku ji gund derketine û warên wan hatine rûxandin de xebateke hevrêyî û kolektîfî pêknehatiye? Kemalîstan her çiqas xwe wek li dijî emperyalîzmê jî dan nîşan, lê teslîmbûn û reforma axê nekirin. Ev li Tirkiye û Kurdistanê birîneke binesazî û civakî ye.
- Gelo derfetên van daxwazan li welatê kurd hene?
Hebûna derfetan rewşek cihê ye, lê tiştê ku ez dixwazim bêjim, vê der bar
ê de afirandina platformeke, afirandina nêrînekê ye. Îro, em dizanin ku hin axa hene welatparêz in û rizgariya Kurdistanê jî red nakin. Lê divê ev jî nebe asteng li dijî reformeke axê. Gelek axayên kurd jî bi tirsa ku dê axa xwe winda bikin nêzî AKP’ê dibin û dibêjin ‘Kurdistan tune be jî xem nake’.
- Tevger di pirsa jinan de gavên girîng diavêje, ev jî ne şoreş e li dijî feodalizmê?
Tenê di mijara jinan de antî-feodalî ne bes e, divê li dijî feodal û burjuwaziya mezin jî antî-feodal be. Guherînên ku birêz Ocalan bi konfederalîzma demokatîk ve anîne, divê tenê bi siyasetê ve sînorkirî nemînin. Divê jiyana aborî û nakokiyên din jî hilde nav xwe.
- Te berhemên birêz Ocalan xwendine?
Min pirtûka Ocalan a bi navê Dewleta Sumer Rahîp xwend. Ez nivîsandina vê pirtûkê wek bûyereke pir giring dibînim, di giravekê de û bi derfetên teng nivîsandiye. Xalên pir balkêş hene. Ez pir dixwazim ku rojek bibe qismet, ez û Apo li devereke azad li ser
babetên cihê gotûbêjê bikin.
- Baweriya te heye ku serokê kurd rojekê vegere nav civakê û azad bibe?
Kê bawer dikir ku Mandela azad bibe û bibe serokomarê Afrîkaya Başûr? Kê bawer dikir ku Arafat bibe serokê dewleta Filîstînê? Dewleta tirk baş dizane ku mirina Ocalan bi kêrî wan nayê, nexwe niha zûde kuştibûn. Eger şer mezin bibe, dîsa yê şer bide sekinandin dê Ocalan be. Dewlet dizane ku nirxê Ocalan çiqas bilind e.
- Der barê dijminahiya dewleta alman a li ser kurdan û tevgera azadiya kurd de nêrînên te çi ne?
Bi baweriya min, ev dijminahî ne tenê li dijî PKK’ê ye. Ew dijminê tevahiya tevgerên sosyalîst û demokrat e. Niha Lefontein li Almanya hinek temsîla çepgiriyê dike û li dijî pergalê derdikeve, eger ji destê wan bê, dê wî linc bikin. Niha rêxist
ina Fîlîstînê jî berê terorîst bû, gava ku ket emrê wan êdî jê rê negotin terorîst. Ji ber ku Hamas radîkal e û tevahiya erdên Filîstînê dixwaze, ew xirab e û terorîst e. Di nav kurdan de jî heman tişt derbas dibe, Barzanî û Talabanî li her derê dinê digerin û diçin cem Bush jî. Li gorî wan ew kurdên baş in.
Delaliya welatê kurdan bûye bela…
Ji serê sedsala 19’an ve Almanya tim li gel tirkan e û li dijî kurdan hevkarî dike, fermandarên alman şerê li dijî kurdan bi rê ve dibin…
Almanya û Osmaniyan hevkarî kir. Tenê ne aborî, wisa jî leşkerî bû. Bêşansiya herî mezin a kurdan delaliya welatê wan e. Delaliya welatê kurdan bûye bela li serê wan. Almanya ne ji bo ku çend buroyên tirkan hatin şewitandin PKK qedexe kir. Almanya PKK’ê l
i dijî siyaseta xwe ya emperyalîst xeter dibîne. Emperyalîzma alman xwe hewceyî Tirkiyeyê dibîne li Rojhilata Navîn. Almanya riya hesin a Bexdayê ji bo Osmaniyan çêkir, ev jî nişaneya hevkariya wan a dûvedirêj e. PKK dixwaze partnereke almanan lawaz bike, ev jî nayê hesaba almanan.
- Eger Tirkiye têkeve Yekitiya Ewropayê, gelo dê çi bandor li çereseriya pirsgirêka kurd bike?
Ez wekî marksîstekî Yekitiya Ewropayê riya rizgariyê nabînim. Rêxistineke neo-lîberal û mîlîtarîst û alava pêkutiyê ye. Ewropa pirsg
irêkên di nav xwe de jî çareser nekirine. Li Îspanya-Bask, Îrlanda, Skoçya û hwd. mafên hindikahiyan pir sosret e. Ewropa eger demokrat bûya, îro PKK dê qedexe nebûya. Niha beşdarbûna Yekitiya Ewropayê dê demildest refahê jî neyne, dê gundiyên kurd ji vê pir zerarê bibînin. Reformên ax û çandiniyê dê pişta kurdan bişkîne, ji ber ku tu binesaziyên vê nehatine amadekirin. YE ne yekitiya gelan e, yekitiya serdest û sermayedaran e.Li aliyê din tevlibûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê dê hêza Tirkiyeyê zêde bike. Sînorên Kurdistanê dê qewîtir bibin û belkî êdî ev ne pêkan be ku Kurdistaneke yekgirtî jî bê rojevê.
CPT rapor aşkera kir û got ku tecrîda li ser Ocalan giran e. Tirkiyeyê çi got? Got, na ev rêbaz seranser rêbaza ewropî ye û mixabin jî rast e.
- Di
gelek şerên bindestan de alîkariya navneteweyî çêbûye û hin caran jî ev alîkarî di encama şer de diyarker bûye. Tu sekna hêzên pêşverû yên cîhanê ya ji bo şerê rizgariya Kurdistanê çawa dibînî?Divê em wek aliyê kurd eniya xwe berfirehtir bikin û giranî
bidin têkiliyên înternasyonalî. Gelek alman jî çûn li wan çiyan şehid jî ketin, helbet mirovên pir pîroz in. Lê ez dibînim ku çiyayên vê derê jî ku ew jî bajarên metropol in, pir girîng in. Em dikarin têkoşînê li vir pêşde bibin. Berê Sovyet hebû, di şerê Îspanyayê de rista wan çêbû. Rewşa dinyayê vê gav pir cihê ye. Hevkariya bi kurdan re bes nîn e, pir hindik e. Di cihê xwe de rûne û bêje ez alîkarî dikim, ev ne rast e. Divê mirov bedel bide. Di van demên dawî de çend car avêtin ser mala min û computerên min jî birin. Here Kuba li wir vexwarinekê vexwe û bêje me hevkarî kir, ev pir qels e.Ne Castro û ne jî Şavez heta niha der barê pirsgirêka kurd de tu gotin nekirine û ser de jî Castro pesna Ataturk da û Şavez jî bi Ahmedinecad re flort dike…
Hevkariya
bi Kuba û Venezuelela re ne şaş e, lê gava em li rewşa kurdan dinêrin, rewşeke pir xeter li ber çavan e û kes tiştekî nake. Ez ne Castro û ne jî Şavez wek sosyalîstên seransanser nabinim. Gava li dijî Amerîka dest didin Iranê ev ji sosyalîstiya wan nayê, ji têkiliya dewletî tê, projeyên wan ên aborî hene. Almanya û Sovyetê jî pir peyman çêkirin û hin ji wan jî leşkerî bûn. Lenîn tu car negot, eman têkiliya me bi Almanya re heye û hûn Almanya zêde nexine tengasiyê. Eger Şavez lîderekî sosyalîst bûya, dê li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Îranê derketa, li dijî faşîzma li ser jinan derketa û mafê neteweyî yên kurdan jî biparasta. Lê ez vê jî dibêjim û ji Barzanî û Talabanî re mîna peyamekê bi rê dikim. Divê ew Şavez ji xwe re wek nimûne bigirin. Divê ew petrola li Kurdistanê ne tenê ji bo berjewendiyên xwe, wisa jî li gel parve bikin.
- Li Almanya jî demek sosyalîzm pêk hat, tu wê serdemê çawa dinirxînî?
Gava ez zarok bûm, çend car çûm Almanyaya rojava. Tiştê ku herî zêde bala min dikişand; tirs bû. Bavê min mêrekî pir wêrek bû, lê dîsa jî li sînoran tirsê ew digirt. Mixabin sosyalîzma ku pêk hatibû, dû re ketibû destê bûrokratan û serdestiya partiya komunîst hatibû pê. Divê li gel hertiştî jî em ji bîr nekin ku têkçûna Sovyetê û welatên sosyalîst ji bo
me windahî ye. Aliyên baş ên wan deran jî hebûn; bêkarî tunebû, fihûş tune bû, mafiya tune bû, birçîtî tune bû, xanî hebûn, kar hebû, zarok nedimirîn. Divê em wan aliyên baş bi demokrasiyeke bilind ve pêk bînin û wisa jî bibînin.
Troçkî lenînîst bû, neheqî lê hate kirin…
- NÊrinên te yên balkêş ên tekildarî yek ji pêşengên şoreşa sovyetê Leon Troçkî de jî hene, li gorî te bûyera Troçkî çi ye?
Troçki yek ji avakarê Şoreşa Bolşevîk bû. Teorîsyen û çalakgerekî dîrokî bû. Mixabin pêşî ji partiyê, paşê ji welat û dû re ji ji jiyanê hate sirgûnkirin. Xalên ku Troçkî wek xeter didîtin, di 1990’an de sovyet hilweşand.
- Bi kurtahî çi cudahiya Troçkî û Stalîn hebû?
Piştî avakirina Sovyetê du konsept di rojevê de bûn. Yek a Stalîn û ya din jî ya Troçkî bû. Stalîn digot, em welatê xwe ava bikin û hinek jî bêhna xwe bidin. Troçkî jî digot, divê şoreş nesekine û li her derê dinê şoreşên di rojevê de bêne destekkirin. Stalîn nûnerê bûrokrasiyê bû û ew ji Sovyetê îzole kir. Troçkî li dijî bûr
okrasiyê jî derdiket û digot, gava tu polîsekî deynî ber firinekê û bibêji nan belav bike, ewê serê mirovî nanek bide û ji xwe re jî sê nanan bigire, ji ber ku ew bûrokrat e û çeka wî jî heye. Serdestiya Stalîn bû serdestiya wî polîsê di mînakê de. Stalîn Sovyet parast. Partiyên din bê hêz man. Li gorî min Troçkî lenînîst bû.
- Ji kurdan re peyameke te ya taybetî heye?
Divê kurd ne tenê Kurdistanê her wisa jî rewşa civakî ya vê derê ji bibîbin. Pirsgirêkên li welatê alman jî hene û ev pirsgirek di heman demê de pirsgirêkên we ne jî. Hûn jî li vir dijîn. qirêna we qirêna me ye û ya me jî ya we ye. Divê kurd di nav pevçûna li diji emperyalîzmê jî xwe bidin nîşan. Me komîteya hevkariya bi Kurdistanê re ava kir û xebatên me yên baş hene. Hevkariya înterasyona
lî pir girîng e. Di nav çepên alman de, femînîstan de em dixebitin û encamên pir çê derdikvin. Divê ev bigihije asta herî bilind.Têbinî: Ji bo alîkariya hêja Alî Susem a di vê hevpeyvînê de spasdarî.
Dr. Nîckolaus Brauns kî ye?
Nikolaus Brauns rojname
ger, dîroknas û şoreşger e. 36 salî ye, li Munihê hatiye dinê, li Berlînê dijî. Doktoraya xwe li ser dîrokê kiriye. Pirtûka xwe li ser rêxistina Alîkariya Sor amade kiriye. Ev rexistin di salên 20’an de ji bo girtiyên siyasi kar kiriye, alîkariya kesên wek Albert Einstein, Thomass Mann, Entellmann kiriye. Wê demê li Almanya 5 hezar girtiyên siyasî hebûne. Dr. Brauns pirtûka xwe diyarî Leyla Zana û Mumia Ebu Cemal kiriye.Li ser şoreş û kontra-şoreş, şoreşa oktoberê, şoreşa Almanya, tevgera azadiya kurd û t
evgeren din ên cîhanê xebatên wî hene. Niha jî bi parezer Brîgîte Kîschler re li ser kurdan pirtûkekê dinivîse. Dixwaze vê pirtûkê bigihîne fûara pirtûkan a Frankfurtê, ji ber ku Tirkiye jî di fûarê de mêvan e. Ev bêtirî deh salan e, wek rojnameger di rojnameyeke marksîstî (Junge Welt) de dixebite. Li ser DTP’ê, geştên xwe yên li Kurdistanê û faşîzmê analîzan dinivîse. Ji sala 2007’an ve bi parlamenter Ula Jelpke re wekî amojgar dixebite. Ula Jelpke jî li dijî faşîzmê têdikoşe û li dijî qedexeya li ser PKK’ê û li dijî dersînorkirina penaberên siyasî jî disekine. Dr. Brauns heta niha 5 car çûye Kurdistanê û dide zanin ku dê ev çûyinên wî dê bidomin. Ew bawer dike ku dikarin xebatên girîng der barê azadiya serokê kurd Abdullah Ocalan û Mumia Ebu Cemal de bikin.